Şêniyên Holê li dijî êrişan: Em pabendî projeya neteweya demokratîk in

Şêniyên Holê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Şêniyan projeya neteweya demokratîk wek projeya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn nirxand û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Şêniyên Holê li dijî êrişan: Em pabendî projeya neteweya demokratîk in
7 mijdar, 2024   06:40
HESEKÊ
ELÎ EL SULTAN

Di navbera 23 û 27’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov û balafirên şer êrişî navendên stratejîk û xizmetguzariyê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, di encamê de bi dehan ji wan ji xizmetê derketin, 18 welatiyên sivîl şehîd bûn û 65 kes jî birîndar bûn.

Der barê mijarê de şêniyên bajarê Holê yê kantona Cizîrê nerazîbûna xwe li hember êrişan anî ziman.

Mihemed El Ebid êrişên dagirkeriyê şermezar kirin û got ew êriş di çarçoveya planeke dagirkirina tevahiya herêmê de pêk hatin. El Ebid diyar kir ku hilweşandina binesaziyê û qutkirina debara welatiyên herêmê, bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk pêk tên.

El Ebid ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev plan hemû dê têk biçin, ji ber ku hemû welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de gelê Holê, projeya neteweya demokratîk hibijartiye, ev projeya ku hemû gelan hembêz dike û çareseriya herî baş a pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

Şeyma Ebdulkerîm El Hemadî êrişên dagirkeriyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hilweşandina navendên jiyanî şermezar kir.

Şeymayê amaje bi wê yekê kir ku yek ji armancên êrişan ew e ku di navbera pêkhateyên herêmê de nakokiyan çêbike ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk. Şeyma tekez kir, ku ev êriş dê gelên herêmê bêhêvî nekin, ji ber ku gelê herêmê mil bi mil dixebitin ji bo serkeftina projeya neteweya demokratîk.

Şeymayê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û destnîşan kir ku ev bêdengî dibe sedem ku dagirkeriya Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde bike.

Fewzî El Ilêwî jî diyar kir ku bombebarankirina navendên jiyanî û xizmetguzariyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Ji ber ku di encama qutkirina elektrîk, sotemenî, av û pêdiviyên bingehîn de ziyan gihaştiye hemû gelên herêmê.

El Ilêwî êrişên dagirkeriyê û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd, ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriya herî baş e.

El Ilêwî di dawiya axaftina xwe de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir da ku karibe rola xwe ya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn de pêk bîne.

(k)

ANHA