‘Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bidomînin’

Şêniyên kantona Minbicê diyar kir ku bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şer û xwînrijandina li herêmê nasekinin û got: “Em gelên azad ên li tevahî cîhanê em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe tê bikoşin."

 ‘Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê bidomînin’
7 mijdar, 2024   03:10
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Herî dawî jî di 16ˋê Cotmehê de heta 3 meh din ˋcezayên dîspilînêˋ hatin ferzkirin.

Têkildarî mijarê, xelkê kantona Minbicê diyar kirk u azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna fikrên wî dê tevahî projeyên destpotî, zulm û dagirkirina li herêmê bi dawî bikin. Her wiha şêniyan got têkoşîna gelên azad ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê di timayên desthilatên Tirkiyeyê de bibe mîx, ji ber wê dewleta Tirk pergala êşkence û qirkirinê pêk tîne.

Welatiya bi navê Bedîa El Elî got: “Dewleta Tirk a dagirker dizane ku pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn tenê bi pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan tên çareserkirin, ji ber wê ew pergala qirkirin û êşkenceyê didomîne.”

Bedîa El Elî destnîşan kir ku gelên azad ên li cîhanê dê têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Welatiyê bi navê Şêxo Mihemed jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo berjewendiyên xwe şerên li herêmê pêk tînin û got: “Dewleta Tirk a dagirker ji Rêbertî ditirse. Ji ber ku Rêbertî xwedî hêza çareseriyê ye û dikara planên wê hilweşîne."

Mihemed destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina şerên li herêmê, çareserî ne.

Her wiha Xalid Bekro jî diyar kir ku li herêmê gelek şer hene, lê Rêber Abdullah Ocalan teqez kir ku ew dikare bisekinîne, ji ber wê divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Îbrahîm El Ehmed jî got: "Em ji şer û pevçûnan bêzar bûne, em dixwazin li Sûriyeyê û tevahî cîhanê rawestin. Ev yek bêyî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ne pêkan e."

Welatiya bi navê Şems Berkel jî nûkirina “cezayên dîspilînê” şermezar kir û got: “Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ê têkoşîna xwe bilind bikin.”

(mh/fr)

ANHA