Şêniyên Helebê şehîdên teqîna taxa Seken Şebabî bibîr anîn

Şêniyên Helebê şehîdên teqîna taxa Seken Şebabî ya Helebê bi bîr anîn û soz dan ku têkoşînê li ser şopa şehîdan berdewam bikin.

Şêniyên Helebê şehîdên teqîna taxa Seken Şebabî bibîr anîn
29 gulan, 2024   12:39
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê 13 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên di teqîneke terorîst de bi dayîna daxuyaniyekê bi bîr anîn. 

29`ê Gulana 2016`an 13 şervanên YPG`ê di teqîneke terorîst de ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Seken Şebabî ya bakur rojavayê taxa Şêmxeqsûd şehîd bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sêvîn Emûnî li taxa Seken Şebabî (taxa Şehîd Ebû Şiyar) daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 33 komên çeteyan madeyên teqemeniyê li avahiyeke taxa Seken Şebabî bi cih kirin û di encamê de gelek şervan û pêkhateyên taxê şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de êrişa terorîst hate şermezarkirin û hate destnîşankirin ku berxwedana şêniyan bi hêzên leşkerî re, hewldanên çeteyan û dewleta Tirk têk birin ku dixwestin fitneyê û tevliheviyê li taxê derxin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê û berxwedanê li ser şopa şehîdan hate danîn.

(şx)

ANHA