Şêniyên Helebê: Em bi biryarên PKKˊê bawer in

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi boneya salvegera damezirandina PKKˊê diyar kir ku ew bi biryarên PKKˊê bawer in.

Şêniyên Helebê: Em bi biryarên PKKˊê bawer in
27 mijdar, 2025   10:24
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hemwextî salvegera 47ˊan a damezirandina PKKˊê (Roja Berxwedana Neteweyî) diyar kir ku ew ê li ser doza PKKˊê bimeşin û bi biryarên dawîn ên PKKˊê ku nûkirina metoda wê ye û berpirsyariya wê ya dîrokî parastina gelê Kurd e, bawer in.

Emîn Hisên Dawûd diyar kir ku PKKˊê ji bo rizgarkirina gelên bindest, tesbîtkirina nasnameyê, parastina mafên gelê Kurd û danasîna doza wî hat damezirandin. Dawûd destnîşan kir ku PKKˊê di van salên dawîn de, ji bo bersivdana banga Rêber Abdullah Ocalan, di reftara têkoşîna xwe de guhertin çêkirin û anî ziman ku ev gav bi armanca "xurtkirina aramî û dîtina çareseriyên aştiyane ne".

Dawûd da zanîn ku têkoşerên PKKˊê hîna girêdayî pransîbên xwe ne û got: “Heta em dijîn em ê li gorî nirxên me ji PKKˊê wergirtiye tev bigerin, piştgiriyê bidin biryara wê di her gavekê de.”

Li aliyekî din jî Fatme Mihemed salvegera 47ˊan a PKKˊê li fermandar, têkoşer, şehîd, gelê Kurd û dostên wî pîroz kir da xuyand ku tevgera rizgariya Kurdistanê di bicihanîn û rûniştandina nasnameyê, birina civakê ber bi rêxistinbûnê û tevlêbûna li nava xebata siyasî de xwedî rola mezin e.

Fatme diyar kir ku di vê dawiyê de PKKˊê şêweya têkoşîna xwe guhert, biryarên girîng ji bo bersivdana Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dan. Ev jî xwesteka rasteqîn a pêkanîna aştiyê, ne bi gotin, lê bi pratîkî, nîşan dide.

Hisên Xelîl Elî jî behsa sedemên damezirandina û avabûna PKKˊê kir û diyar kir ku damezirandin ne ji valatiyê hat, lê ji bo bersivdana şert û mercên siyasî û civakî yên dijwar ku Kurd tê re derbas dibûn pêk hat.

Têkildarî sazûmanî û şêweya têkoşîna PKKˊê Elî diyar kir ku ji tevahî neteweyan mirov tev lê bûn. Elî di dawiyê de aşkera kir ku biryarên dawiyê di nava de jî biryara fesihkirinê nayê wateya bidawîbûna PKKˊê, lê dev ji têkoşîna çekdarî were berdan û ketina nava xebatên siyasî û rêxistinî ye.

(fr)

ANHA