Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin

Şêniyên Dirbêsiyê û malbatên dîgirtiyan daxwaza serbestberdana zarokên xwe kirin û diyar kirin ku îşkence û muameleya nemirovane ya li dijî dîgirtiyan , sûc û binpêkirina eşkere ya hemî qanûn û peymanên navneteweyî ye.

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin
Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan kirin
6 nîsan, 2026   15:40
HESEKÊ

Malbatên dîlgirtiyan li Dirbêsiyê daxuyaniyek dan û daxwaza serbestberdana dîlgirtiyan û radestkirina cenazeyên şehîdan kirin. 

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji hêla yek ji xizmên dîlgirtiya, Xebat Miêş û bi zimanê Erebî ji hêla rêvbera Kongra Star Silava Simo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya herêmî û navneteweyî, her weha rêxistinên mafên mirovan hat kirin û hate gotin "Em, malbatên dîlgirtiyên Kurd û şêniyên bajarê Dirbêsiyê, bi dengekî bilind berdewamiya girtina zarokên me di zindanên qaşo 'Hikûmeta Demkî' de napejirînin."

Malbatan diyar kir ku bêdengiya li hember êşên wan êdî nayê qebûlkirin  û doza wan bûye meseleyek rûmet û hebûnê. Her wiha gotin ku zarokên wan ne sûcdar bûn, lê belê di pêşengiya parastina bajar û gelê xwe de bûn, bi wêrekî li hember xetereyê ji bo parastina ax û rûmeta xwe rawestiyan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku girtina dîlgirtiyan neheqiyek eşkere û xiyanetek li qurbaniyên wan e. Li gorî agahiyên ku hin ciwanên vê dawiyê hatine berdan, ew di girtîgehan de rastî îşkence û muameleya nemirovane hatine, ev yek sûcek e û binpêkirinek eşkere ya hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye, ku bi tu awayî nayê tehemûlkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin "Li kêleka êşa dîgirtiyan, em diyar dikin ku mijara şehîdan ne kêmtir girîng û cidî ye. Em bi zelalî û eşkere daxwaz dikin ku bê şert û merc a cenazeyên şehîdan ji malbatên wan werin vegerandin".

Malbatên dîlgirtiyan di daxuyaniya xwe de der barê jiyan û ewlehiya kur û keçên wan de, aliyên têkildar berpirsiyar girtin û diyar kir ku berdewamiya van binpêkirinan dê tenê hêrsa raya giştî zêde bike "Em êdî bêdeng namînin, û em dev ji mafên xwe yên rewa bernadin."

(k)