Jineke ji Efrîna dagirkirî sûc û binpêkirinên çeteyan vegot

Jina ku 7 salan li Efrîna dagirkirî jiyaneke biêş û azar derbas kir û karîbû xwe bigihîne taxa Şêxmeqsûd a Helebê, hewl dide beşek biçûk ji binpêkirin û tawanên li dijî gelê Efrînê û erdnîgariya wê ya dagirkirî, vebêje.

Jineke ji Efrîna dagirkirî sûc û binpêkirinên çeteyan vegot
Jineke ji Efrîna dagirkirî sûc û binpêkirinên çeteyan vegot
Jineke ji Efrîna dagirkirî sûc û binpêkirinên çeteyan vegot
Jineke ji Efrîna dagirkirî sûc û binpêkirinên çeteyan vegot
20 ÇILE, 2025   05:16
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Efrînê kirin, ji ber êrişan zêdeyî 300 hezar kes neçar man ku malên xwe berdin, yên mayî jî ku nekarîn derkevin  û xwe spartin axa xwe, di nava pencên çeteyan de mabûn.

JI BO MALBATÊN ÇETEYAN MAF HEYE LÊ JI WELATIYÊN RESEN RE TUNE YE

Yek ji jinên ku piştî 7 salan karî ji Efrîna dagirkirî derkeve ji ajansa me re behsa kiryarên nemirovane û bê exlaqiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker bike ku çawa biryarên ne pêkan li ser wan ferz dikin.

(A.M.), ji gundê Kîmarê ye, ji ber ku hin kesên ji malbata wê li gundê dagirkirî asê mane, nexwest navê xwe eşkere bike. Ew 39 salî ye û dayika 3 zarokan e, hevjînê wê bi xebata çinîna zeytûnan debara malbata xwe dike.

Jina bi navê (A.M.) destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker nahêlin şêniyên Efrînê li cihê ku dixwazin kar bikin û debara xwe bikin, di heman demê de rê didin malbatên çeteyan li her derî kar bikin û wiha got: "Ew der kirin cihekî bi jehr ku mirov ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin. "

Her wiha got jî: "Ji sala 2018’an heta dema derketina me di sala 2025’an de, em ditirsiyan ku em bi serbestî tev bigerin, ji tirsa ku pevçûnek di navbera wan çêbibe, yan jî bêrêziyekê li me bikin, an li ser rêyekê bêne revandin ji bo ku paşê pereyan ji me bistînin. "

 (A.M.) bal kişand ser biryarên ne pêkan ên çeteyan û wiha got: "Gelek şênî ji ber daxwazên ne pêkan neçar man ku dev ji karên xwe û zeviyên zeytûnan berdin, çeteyan destûr nadin ku şênî li dar û zeviyên xwe xwedî derkevin. "

 (A.M.) behsa rêbaz û reftarên çeteyan li hemberî şêniyên herêmê kir û wiha got: "Tiştê ku ew dixwazin, divê bi tevahî, bê kêmasî ji wan re bê dayîn, her çend hûn nikaribin peyda jî bikin, fermanên wan çi qas dijwar û ne pêkan be jî divê bêne bi cihanîn. "

Birîna daran.. Revandin.. Talan

 (A.M.) xwediya 40 darên zeytûnê ye ku 15 ji wan ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirk ve hatine birîn, 25 darên wan hiştine, ji çar parên berhemên wan ji çeteyan re ye û çaryeka mayî jî didin wan "Rewş di bin dagirkeriyê de pir zehmet e, pir zehmet e ku jiyaneke li ser te hatiye gerzkirin ti jiyan bike, wan dest daniye ser jiyana  me, dagiker guh nadin êş û azarên me. "

(A.M) rewşeke ku bi xwe bihîstibû û dîtibû bi bîr xist: "Çeteyekî xwest bi jineke ciwan ya 17 salî ya ji gundê me re bizewic, navê wê Rûla bû, navê dayika wê Hûreiya bû, xizmên wê qebûl nekirin, çeteyan jina ciwan revandin û birin cihekî ne diyar. "

Jina bi navê (A.M) bi dengekî melûl û westiyayî dibêje: "Her tişt bi darê zorê bû, em dixwazin ew ji nav me derkevin û em jî jiyana xwe ya asayî bikin, bila vegerin gund û bajarên xwe û dest ji me berdin,  mal û milkên me û xort û keçên me talan kirin. "

(k)

ANHA