Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê û yekrêziya Sûriyeyî ne

Şênî û rûpsiyên kantona Dêrazorê piştgiriya xwe bi QSD’ê û yekrêziya gelê Sûriyeyê re anîn ziman û got, beşdariya rasteqîn a gelên herêmê gava bingehîn a ber bi dawîkirina şer û aloziyan ve ye.

Şêniyên Dêrazorê: Em bi QSD’ê û yekrêziya Sûriyeyî ne
27 cotmeh, 2025   05:10
DÊRAZOR
FATIME El EBID

Şênî û rûspiyên ji gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê girîngiya pêşxistina ewlehî û piştgiriya çareseriya siyasî vegotin û got, divê Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo berjewendiyên nîştimanî û parastina yekbûna welat hewldanên hevbeş pêk bînin.

Rûspiyê eşîra El Merasîme yê li bajarokê Baxozê Zîb Xilêf Dawud anî ziman ku pêdiviya pêvajoya heyî bi parastina destkeftiyên nîştimanî heye û diyar kir ku helwesta xelkê Baxozê zelel e ew jî piştgiriya Rêveberiya Xweser û biryarên wê dikevin xizmeta giştî de dikin.

Zîb Xilêf Dawud destnîşan kir ku civaka xwecih bi çareseriya siyasî ya li ser esasê diyalog û rêzdariya li hemberî hev ve girêdayî ye, şer, kiryarên çewisandin û destwerdanên derve jî red dike.

Zîb Xilêf Dawud di dewama axaftina xwe de "beşdariya çalak di proseya siyasî de ya di çarçoveya yekparbûna Sûriyeyê de" wekî vebijêrkeke stratejîk a gelê herêmê pênase kir. Dawud bang li hikumeta veguhêz kir ku bi berpirsyariyeke nîştimanî nêzîk bibe, binpêkirinan li dijî welatiyan neke û yekbûna welat û tevna wê ya civakî biparêze.

Şêniyê bi navê Îd Cibara yê ji xelkê Ebû Herdûm jî got, bi armanca mîsogerkirina ewlehiyê û başkirina xizmetan pêdivî bi hemahengiyeke domdar di navbera hêzên sivîl û leşkerî de heye.

Îd Cibara anî ziman ku ewlehî bingeha serketina her projeyeke geşkirinê ye, her wiha da zanîn ku şêniyên herêmê piştgiriyê didin tevahî hewldanên nîştimanî yên bi armanca mîsogerkirina ewlehî û yekparbûna welat.

Ji rûspiyên eşîra Şiêtat li devera Geranîc, Îbrahîm Hiwêş El Sutlan jî ji bo jinûve avakirina herêmên bi zerar û pêşxistina rewşa siyasî û aborî banga hevgirtin û xebata hevpar di navbera hikumeta veguhêz û Rêveberiya Xweser de kir.

El Sultan di dawiya axaftina xwe de çareseriya siyasî bo rêya mîsogerkirina yekitiya gelê Sûriyeyê û yekparbûna welat bi nav kir û got, gelê herêmê bi vebijêrka aştiyê ya bêyî destwerdanên derve û şerê navxweyî ve girêdayî re ye.

(bb)

ANHA