Mossad: Îran ji bo êrişî Îsraîlê bike 11 hezar kes amade kirine

Mossada Îsraîlê ragihand ku Îranê ji bo pêkanîna êrişan li dijî armancên Îsraîlî li seranserî cîhanê 11 hezar kes amade kirin. Mossadê diyar kir ku yek ji wan fermandarekî ku di bin rêveberiya Îsmaîl Qaanî de ye.

Mossad: Îran ji bo êrişî Îsraîlê bike 11 hezar kes amade kirine
26 cotmeh, 2025   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îstixbarata Îsraîlê (Mossad) navê berpirsekî Îranê aşkere kir û ragihand ku wî di hewldanên pêkanîna êrişan de yên li dijî armancên Îsraîlî li gelek welatan wekî Yewnanistan, Almanya û Awstralyayê di 2024 û 2025'an de, cih girtibû.

Li gorî Mossadê, ew nav Serdar Emar e ku fermandarê Pasdarên Îranê ye û yekîneyekê ku ji 11 hezar endaman pêk tê û ji aliyê fermandarê Feyleq El Qudis Îsmaîl Qaanî ve tê birêvebirin.

Mossadê diyar kir ku Emar toreke navneteweyî ji bo pêkanîna êrişan ava kiribû lê Îranê ev yek red kir.

(mh)