Şêniyên Babê daxwaza derketina dagirkeriya Tirk ji Çiyayê Şêx Eqîl kir

Şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî li ber baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li ser Çiyayê Şêx Eqîl xwepêşandanek li dar xistin û daxwaza valakirina çiyê û qerebûkirina zirarên li malên wan bûne kirin.

Şêniyên Babê daxwaza derketina dagirkeriya Tirk ji Çiyayê Şêx Eqîl kir
19 kanûn, 2025   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Çiyayê Şêx Eqîl, ku li rojavayê bajarê Babê yê dagirkirî ye, xwepêşandanek mezin hate lidarxistin ku bi sedan şênî beşdar bûn. 

Şêniyên ku malên wan li ser çiyê bûn, dema ku hêzên dewleta Tirk a dagiker baregeha leşkerî li wir ava kir, malên wan hilweşandibûn.

Li gorî vîdyoyên ku ji hêla çalakvanan ve hatine belavkirin, xwepêşanderan daxwaz kirin ku dagirkeriya Tirkiyê zirara ku li malên wan kiriye qerebû bike û baregeha leşkerî ya li ser çiyê hatiye avakirin rake, da ku ew bikaribin malên xwe ji nû ve ava bikin û vegerin erdên xwe.

Xwepêşanderan destnîşan kirin ku wan serî li rêveberê herêma Babê  ya girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûryeyê, daye, lê wan diyar kiriye ku nikarin tiştekî der barê mijarê bikin.

(k)

ANHA