Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Şêniyên bajarê Amûdê di civînekê de diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêk werin divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî were azadkirin.

Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
Şêniyên Amûdê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin
4 adar, 2025   16:15
QAMIŞLO

Nivîsgeha PYD’ê ya bajarê Amûdê bi armanca şîrovekirina banga Rêber Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk civînek li navenda xwe li dar xist.  Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Amûdê û endamên saziyên sivîl û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê beşdarî civînê civîn.

Di civînê de şert û mecên ku PKK’ê ava bûne, her wiha  navaroka banga aştî û civaka demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hatin şîrovekirin.

Beşdaran diyar kir ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd bûye navneteweyî û pêngava ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî li tevahiya cîhanê belav bûye.

Her wiha hat bibîrxistin ku PKK’ê bi şertê ku tevahî daxwazên Rêber Abdullah Ocalan pêk were agirbest ragihand. Hate diyarkirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were da ku partî xwe ji nû ve bi rêxistin bike.

Kesên axivîne aşkera kirin ku Rêber Abdullah Ocalan aştî, demokraasî û çareseriya siyasî dixwaze û hate gotin "Em di qonaxeke nû re derbas dibin, divê serkeftin û daxwazên Rêber Apo bi cih werin."

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA