Şêniyan rê li ber dewriyeya Rûsyayê girt

Şêniyên Dirbêsiyê rê li pêşiya dewriyeyeke hêzên Rûsyayê girt û ji hêzên Rûsyayê xwest ku erka xwe bi cih bînin.

Şêniyan rê li ber dewriyeya Rûsyayê girt
Şêniyan rê li ber dewriyeya Rûsyayê girt
15 ÇILE, 2024   12:20
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û malbatên şehîdan rê li pêşiya dewriyeyeke hêzên Rûsyayê li navçeyê girt û ji hêzên Rûsyayê xwestin ku wek hêzeke çalak a li Sûriyeyê bi rola xwe rabin. 

Nûçegihanê ajansa me yê li navçeyê ragihand şêniyan hêzên Rûsyayê bi êrişên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî herêmê agahdar kirin û destnîşan kirin ku şêniyên herêmê "dê bibin şervan û parastina welatê xwe bikin".

(şx)

ANHA