Li Qamişloyê agir bi erebeya veguhastina kel û pelan ket

Li kolana Siyahî ya Qamişloyê agir bi sendoqê erebeya veguhastina kel û pelan ket, tîmn agirkujiyê destwerdan kir, agir vemirand.

15 hezîran, 2026   20:49

Berêvarê, li kolana Siyahî ya Qamişloyê agir bi erebeya taybet bi veguhastina kel û pelan ket.

Li gorî çavkaniyan, agir destpêkê bi senqodê erebeyê ket, lê di sendoqê de kel û pelên zûd dişewitîn hene, agir bi wan ket û bilind bû.

Tavilê tîmên agirkujiyê lez da cihê bûyerê, şewat vemirand. Di encamê de zirarên madî çêbûn, tu zirar bi derdorê nebûn û kes birîndar nebû.

(fr)

ANHA