Senatoya Amerîkayê 130 milyon dolar ji bo QSDˊê û Artêşa Sûriya Azad veqetand

Senatoya Amerîkayê pêşnûmeya berevaniyê ya sala darayî ya 2026ˋan pejirand. Di pêşnûmeyê de 130 milyon dolar ji bo piştgiriya QSDˊê û Artêşa Sûriya Azad hatiye veqetandin. Pêşnûmeya ji bo sala bê bi qasî 925 milyar dolar e.

Senatoya Amerîkayê 130 milyon dolar ji bo QSDˊê û Artêşa Sûriya Azad veqetand
10 cotmeh, 2025   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoya Amerîkayê pêşnûmeya berevaniya neteweyî ya sala darayî ya 2026ˊan bi veqetandina 130 milyon dolar ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Artêşa Sûriya Azad pejirand.

Senatoyê li ser pêşnûmeya berevaniyê ya sala bê, bi budceya bi qasî 925 milyar dolar e, bi piraniya 77 dengan li hember 20 dengên muxalif deng da. Di pêşnûmeyê de 130 milyon dolar ji bo piştgiriya QSDˊê û Artêşa Sûriya Azad hat veqetandin.

(fr)