Senatoreke Amerîkayê fikarên xwe li ser tundiya li Helebê nîşan dan

Endama payebilind a Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê der barê êrişên dawîn ên li Helebê de fikarên xwe yên kûr nîşan dan û bang li aliyên eleqedar kir ku li gorî peymana 10ˊê Adarê ji nû ve dest bi danûstandinan bikin.

Senatoreke Amerîkayê fikarên xwe li ser tundiya li Helebê nîşan dan
15 ÇILE, 2026   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama payebilind a Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Dewleta Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), senator Jeanne Shaheen li ser platforma xwe ya Xˊê fikarên xwe yên kûr der barê êrişên dawîn ên li Helebê de nîşan dan.

Jeanne bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku "Nakokiyan kêm bike, binpêkirinan lêkolîn bike û ji nû ve danûstandinan dest pê bike" û diyar kir ku pêwîst e tevahî alî pabendî danûstandinan bibin û pêvajoya entegrasyonê li gorî peymana 10ˊê Adarê temam bikin.

(fr)