Şehnaz El Hefel: Em dê li Bendava Tişrînê têkoşînê bidomînin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel diyar kir ku êrişên li ser Bendava Tişrînê binpêkirina qanûnên navneteweyî û peymanên Neteweyên Yekbûyî ye. Şehnaz bal kişand ser hevgirtina pêkhateyan a li bendavê jî û got "Hevgirtina pêkhateyan roj bi roj zêde dibe. Ez bi israr dibêjim ku em dê li bendavê têkoşînê bidomînin."

Şehnaz El Hefel: Em dê li Bendava Tişrînê têkoşînê bidomînin
7 sibat, 2025   11:31
BENDAVA TIŞRÎN
RÎNAD ELÎ

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek herêman ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, nobeta parastina bendavê digirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel cihê xwe di çalakiya nobetê de digire got: "Em ji Dêrazorê hatine Bendava Tişrînê da ku berteka xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ragihînin raya giştî. Hebûna me ya li vir hevgirtina mezin a di navbera gelan de, nirxên demokasî yê li ser erda me, yekitiya gelê me û çarenûsa me ya hevbeş diyar dike.”

Şehnaz El Hefel diyar kir ku sekin û hevgirtina li Bendava Tişrînê ne tiştekî nû ye û wiha domand: "Em bi hev re û bi domdarî ji bo avakirina saziyên xwe û binesaziya xwe kar dikin. Em hewl didin nîv xweseriyeke siyasî, aborî û civakî pêk bînin, lê armanca ne ne veqtandin e. Em dixwazin Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavnedî ava bibe. Divê di Sûriyeya nû de mafên hemû pêkhateyan û hêzên leşkerî werin mîsogerkirin, saziyên me werin parastin û rêzê li hemberî xwîna şehîdên me bê bigire ku bingeha pêkanîna armancên me ye."

Şehnaz El Hefel da zanîn ku yekitiya pêkhateyan a li Bendava Tişrînê roj bi roj bihêztir dibe û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em bi hev re sazî û înşasetên xwe diparêzin. Em destekê didin hêzên xwe ta dagirkerî û çete werin têkbirin. Rojane êrişî bendavê dikin û rêgezên mirovî û peymanên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin."

Şehnaz El Hefel bêdengiya hêzên navneteweyî û desthilata Şamê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker pirsî û ev bang kir: "Li hemberî van êrişan ji bêdengiya xwe derbikevin û helweteke dijwar nîşan bibin. Divê desthilata Şamê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û li hemberî Erdoganê ku li pêşiya çavên cîhanê sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef, rabe."

Şehnaz El Hefel di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got: "Ji destpêka şoreşê ve, jinan di rêza pêşîn de cihê xwe di qadên siyasî, aborî û civakê de girtin. Îro jî di protestoyên li Bendava Tişrînê jî di rêza pêşîn de ne û piştgiriyê didin QSD’ê. Ev hemû rihê berpirsyariyê yê jinan ê li hemberî welatê xwe nîşan dide; jin piştgiriya manewî dide û rihê berxwedanê di gel û şervanan de ava dike."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel di dawiya axaftina xwe de ev bang li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir: "Destkeftiyên şoreşê biparêzin, li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têkoşînê bidomînin. Ez bi israr dibêjim ku em ê li Bendava Tişrînê bidomînin, ji ber ku ev erkekî her mirovekî azad û welatparêz e."

(bb)

ANHA