Oznûr Deger bi lêdanê hat binçavkirin

Nûçegihana JINNEWSê Oznûr Deger di serdegirtina mala xwe de bi lêdanê hate binçavkirin.

Oznûr Deger bi lêdanê hat binçavkirin
7 sibat, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana JINNEWS’ê ya Mêrdînê Oznûr Deger li navçeya Qosera Mêrdînê di serdegirtina mala xwe de ji hêla polîsan ve hat binçavkirin. polîsan deriyê malê şikandiye û ketine hundirê malê. Hat diyarkirin ku polîsên tîmên taybet heqaret li Oznûr Deger kirin e û lêdan e.

 Polîsan destê wê ji paş ve kelemçe kirin e û birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.

Hat zanîn ku polîsan kelûpelên teknîkî yên Oznûr Deger jî desteser kirin e.