Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn

Xelkê kantona Tebqayê şehîdên Çile, Sibat û Adarê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
Şehîdên Tebqayê yên Çile, Sibat û Adarê hatin bibîranîn
16 adar, 2024   16:34
TEBQA

Li pakrewangweha şehîdên kantona Tyebqayê ji bo şehîdên mehên Çile, Sibat û Adarê bi beşdariya malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, desteyên girêdayî wê, meclisên leşkerî, partiyên siyasî, tevgerên jin û ciwanan, rûspî û şêxên eşîran merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Ebdurezaq axivî û tevahî şehîdên di oxira herêmê de canê xwe daye û şehîdên Helebceyê bi bîr anîn.

Endama rêvebera Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî Şêrîn Mûsa şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan da.

Dûre sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan, cihê tevlêbûn û şehadeta wan hate pêşkêşkirin.

Hevseroka meclisê Hind El Xelîl jî daxuyaniyek li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan xwend û sûca qetilkirina Ehmed Mamo li Efrîna dagirkirî şermezar kir.

Di dawiya daxuyaniyê de teqezî bi berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hat dayîn.

(fr)

ANHA