Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn

Malbatên 5 şehîdan di salvegera 5'emîn a şehadeta zarokên wan ji ber teqînên ku çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Qamişlo pêk anîne de, ew bi bîr anîn.

Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
Şehîdên Qamişlo hatin bibîranîn
11 mijdar, 2024   17:48
QAMIŞLO

Malbatên 5 şehîdan, di salvegera 5'emîn a şehadeta zarokên wan de, li goristana şehîd Leyle Tahir a Stasyona Kevin li bakurê rojhilatê bajarê Qamişlo ew bi bîr anîn.

Di 11'ê Mijdara 2019'an de li bajarê Qamişlo rêzeteqîn rû dan. Di encamê de rojnamevanek û welatî şehîd bûn û zirarekî mezin gihîşt dikan û erebeyên welatiyan.

Teqînê li kolana Wehdê ya navenda sûka bajêr rû da. Tê de rojnamevana Şaredariya Gel a Qamişlo Zozan Şêxo û welatî Xalid Ehmed, Medîne Hisên, Amir El Elî û Nûbar Hac Îbrahîm şehîd bûn û 26 din birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê ew rêzeteqînên bi mator û erebeyên bi teqemeniyan, li xwe girtin.

Malbatên şehîdan gul li ser gorên zarokên xwe yên şehîd danîn.

(mh)

ANHA