Li Minbicê yekemîn çalakiya 25ˋê Mijdarê

Li kantona Minbicê di çarçoveya 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de yekemîn çalakî hat lidarxistin.

11 mijdar, 2024   17:37
MINBIC

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya 25ˋê Mijdarê, Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî tên lidarxistin de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya civîneke hişyariyê li dar xist. Di civînê de mamosteyên kantona Minbicê, endamên Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Meclisa Jinan a Zenûbiya, Mala Jinan û Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantonê, beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Komîteya Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantonê Neqşiye Xelîl têkildarî tundiya li ser jinan û dîroka wê axivî. Neqşiye Xelîl bal kişand ser tundiya li ser jinan li deverên dagirkirî û got: "Tundiya li ser jinan, tundiya li ser tevahî civakê û mirovahiyê ye. Ew jî cûreyekî şerê taybet e. Ji bo wê pêwist e jin xwe bi pêş bixin, zanabûn û îradeyê pêk bîne."

Neqşiye Xelîl wiha domand: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn jî di dilê Şoreşa Jinan, Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ne Erkê mezintir ê têkoşîna dijî tundiya li ser jinan, li ser milê jinan bi xwe ye. Lê hîn rê dirêj e, îrade heye û hewldanên parastina jinan ji tundiyê berdewam in."

Di çarçoveya çalakiyê de, endamên Yekitiya Jinên Ciwan a kantonê li ser dîwarên Mala Jinan û dibistana Amadehî ya Keçan a Minbicê wêne xêz kirin, her wiha peyamên hişyarkirina ji diyardeya tundiyê dan.

Cîgira hevserokeriya Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantonê Tesnîm Ebid wiha axivî: "Em hewl didin bi rêya van tabloyan peyamekê der barê tundiya li ser jinan de, bidin civakê û girîngiya têkoşîna li dijî wê nîşan bidin."

Tesnîm Ebid soza domandina xebat û têkoşînê ji bo bidawîkirina tundiya li ser jinan nû kir û bang li civakê bi tevahî kir ku ew jî bibe destek.

(mh)

ANHA