Niştecihên Dêrazorê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Niştecihên Dêrazorê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Niştecihên Dêrazorê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Niştecihên Dêrazorê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
Niştecihên Dêrazorê doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
20 mijdar 2023   15:10
DÊRAZOR

Di çarçoveya çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji bo piştgiriya pêngava“Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” tên lidarxistin de, şêniyên gundewarê rojavayê Dêrazorê meşek li dar xist.

Şêniyên herêmê, endamên saziyên sivîl, şêx û rûspiyên eşîran û endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya beşdarî meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Meclisa Herêma Rojava ya li bajaroka Kesra dest pê kir û heta Çarxerêya Dele ya li bajarok dewam kir.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Cenga Azadiyê bi ser bixin” hatin rakirin û bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî berxwedana Rêbertî” hatin berzkirin.

Meş li Çarxerêya Dele veguherî mîtîngê. Piştî rêzgirtinê, ji rûspiyên eşîra El Ibêdat Ziyab El Cêlat daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin: “Li gorî qanûnên navneteweyî yên ku mafê hêviyê didin girtiyan, em banga bidawîkirian tecîrdê û berdana Rêberê enternasyonalîst Abdullah Ocalan dikin.”

Di dewama daxuyaniyê de bal li ser girîngiya fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkoşîna wî ya di oxira rizgariya gelan de hat kişandin.

Piştre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrazorê daxuyanî hat xwendin. Endamê rêveberiya tevgerê Elî El Ehmed daxuyanî xwend û diyar kir ku ew bi îsrar in ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînîn û fikrên wî ku wekî çareseriya hemû dozên civakî hat pênasekirin, belav bikin.

Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

ANHA