Îsraîlê deriyê sînor bombebaran kir: 7 kes birîndar bûn

Di êrişa Îsraîlê ya li ser deriyê sînor ê navbera Sûriye-Lubnanê de 7 kes birîndar bûn.

Îsraîlê deriyê sînor bombebaran kir: 7 kes birîndar bûn
30 îlon, 2024   13:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, balafirên şer ên Îsraîlê duh derengî şevê  li derdora deriyê Yabûs ê li gundewarê Şamê yê nêzî sînorê Lubnanê avahiyek bombebaran kir. SOHR diyar kir ku di êrişê de 2 jê Sûriyeyî 7 kes birîndar bûne.

Deriyê Yabûs yek ji deriyên sereke yên di navbera Sûriye û Lubnanê de ye. Ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ve bi deh hezaran penaberên Sûriyeyî û yên Lubnanê tê re derbasî Sûriyeyê bûne.

Li gorî îdiayên Îsrîalê, armanca wê ji êrişên li ser deriyên sînorî qutkirina destekê li ser Hizbullahê ye.

SOHR diyar kir ku beriya çend kêliyan jî balafireke bê mirov a Îsraîlê li herêma navbera Dîmas û gundê Esed ên bakurê rojavayê Şamê li hedefekê xist. SOHR diyar kir ku ev êriş li ser rêya Şam-Beyrûtê çêbû. Lê zanyarên bêtir nehatin parvekirin.

Li gorî daneyên SOHR, Îsraîlê ji destpêka serî salê ve 89 êriş (72 hewayî û 17 bejahî) li Sûriyeyê pêk anîne. Di encama van êrişan de 161 hedef (depoyên çekdan, baregeh, navend û erebe) hatin îmhakirin, 221 leşker hatine kuştin û 164 jî birîndar bûne.

(bb)