Edhem Barzanî: Bêyî şerm bikin berpirsên Herêmê tev li marasîma şehdên Helebce dibin

Edhem Barzanî bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce diyar kir ku Helebce li pêş çavê hemû cîhanê û raya giştî bêyî ku bertekekê nîşan bidin hat kirin, niha jî rondikên tîmsahan dirêjin û got: “Berpirsên Herêma Kurdistanê gelek bi şermane beşdarî merasîma şehîdên kîmyabarana Helebce dibin.”

Edhem Barzanî: Bêyî şerm bikin berpirsên Herêmê tev li marasîma şehdên Helebce dibin
16 adar, 2024   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî îro bi wesîleya 36’emîn salvegera kîmyabarana Helebce daxuyaniyek da.

Edhem Barzanî di daxuyaniya bi boneya salvegera kîmyabarana Helebce de wiha got: “Helebçe li ber raya giştî ya navneteweyî û cîhanê bêyî ku bertekekê nîşanî Sedam Husên û rejîma wî ya Baasˊê bidin hate kîmyabarankirin. Niha jî hinek ji wan ji bo vî gelî û komkujiya Helebce rondikên tîmsahî dirijînin.”

Barzanî got: “Baş tê bîra min, demek kurt piştî komkujiya Helebce li Fransayê konferansek li ser qedexekirina çekên kîmyawî hat lidarxistin. Lê belê, hikumeta Fransa red kir ku li ser sedemên konferansê nîqaş bike. Ji bo ku nebêjin Sedam Husên ev çek li Helebce bi kar aniye.”

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî rexneyên tund li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku heta niha ji bo xelkê Helebce û bajarê Helebce tu xizmet nekirine û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Bi dehan sal piştî vê karesata mirovî (komkujiya Helebce), em dibînin ku rayedarên Herêma Kurdistanê pir bi şermane beşdarî merasîma bîranîna şehîdên komkujiyê dibin. Eger beşdar bibin jî bêyî ku tiştekî bingehîn ji bo dermankirina birînên vê karesata mezin ji bo xelkê Helebce û vî bajarê xweş bikin, tenê bi peyamekê bi bîr bînin.”