‘Şehîdan rêya azadiyê ji me re ronî kirin’

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê li gundê Til Qirahê sersaxî ji malbatên şervanê HRE`yê Polat Efrîn û welatiyê bi navê Arif Hac Mehmûd re sersaxî xwest.

26 mijdar, 2024   14:48
ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê tev li merasîma sersaxiyê ya ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Polat Efrîn û şêniyê bi navê Arif Hac Mehmûd li gundê Til Qirahê hatiye lidarxistin bûn.

Şervanê HRE`yê Polat Efrîn (Şiyar Reşo) di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê di 24`ê Mijdarê û şêniyê bi navê Arif Hac Mehmûd (40) di topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Helîsa yê Şehbayê de şehîd bûbûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Meclisa Bajarokê Ehrezê Lemya Şêxo axivî û got: "Em sersaxî ji malbatên her du şehîdan re dixwazin. Şehîd rêya azadiyê ji me re ronî kirin.

Li ser navê Meclisa Bajarokê Şêrawa Cemal Hac Yusif jî wiha axivî: "Şehîd di dilê me de zindî ne. Dijmine  ku  qanûnên navnetewî nas nake, şerê me dike. Dixwaze gelê Kurd tune bike. Lê gelê me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in. Divê em li ser şopa şehîdên xwe bin."

Bavê şehîd Polat Efrîn Xelîl Reşo jî wiha axivî û got: "Em Şehîdan ji bo welatekî azad ji gelê xwe re bi dest bixin, canê xwe feda dikin. Ciwanên me îro destanên lehengiyê dinivîsin."  

 (şx/k)

ANHA