YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist

Yekîneyên Parastina Jin Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn li dar xist. Di kongreyê de balkişand ser giringiya parastina jinan û avakirina konfederalîzma jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê.

YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn lidar xist
26 mijdar, 2024   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, duşemê (25`ê Mijdarê), Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Komxebata 2`yemîn ya Jin û Parastinê a Rojhilata Navîn bi dirûşma “Jina birêxistinkirî jina bi hêz çeka herî mezin a parastinê ye” lidar xist.

komxebat li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê bi amadebûna bi dehan şervanên YPJ`ê, endamên saziyên jinan û meclîsên leşkerî yên herêmê hate lidarxistin.

Di komxebata bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kiriye de Fermandara Giştî ya YPJ`ê Sozdar Dêrik axivî û wiha got: “Em ê rê nedin tu astengiyan ku bandorê li têkoşîna me bikin, ev têkoşîna ku dê me bighîna asta herî bilind a serkeftinê.”

Sozdar destnîşan kir ku şervanên jin ên di nava YPJ`ê de ku ji hemû pêkhateyan e, tê koşoyan, li ber xwe dan û gelek zehmetî derbas kirin heta ku gihiştin vê qonaxê. Niha jî pêwîst e em hemû jinan azad bikin da ku mafên xwe bi dest bixin û bi hêz û parastin bin. Ev jî ji destpêkê ve armanca me ya sereke ye."

Sozdar da zanîn ku şerên li herêmê diqewimin şerên qirkirinê ne, çi li Lubnanê, çi li Sûriyê, çi li Filistînê û çi li Yemenê be, ev şer ne ji bo berjewendiya gelan e, lê xizmeta desthilatdariyê dike.  Her wiha diyar kir ku felsefeya jin, jiyan, azadî ya ku li cîhanê belav bûye, bûye rêya azadiya jinan, lewma dewleta Tirk ev druşme li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê qedexe kiriye.

Di komxebatê de her wiha nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser rewş û siberoja jinan di ronesansa demokratîk a Rojhilata Navîn de hatin xwendin. Her wiha nameya bi video ya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) û sînevizyona der barê têkoşîna jinan a di dîrokê de û têkoşîna wan li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, hatin pêşandan.

Di berdewama komxebatê ev mijar hatin nirxandin û gotûbêjkirin:

*Bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û nakokiyên li dijî jinan li Rojhilata Navîn û rêbazên rawestandina li hemberî wê.

*Zehmetiyên ku jin di mijara parastin û xweparstinê de rû bi rû dimînin.

*Nîqaş li ser polîtîka û tedbîrên pêwîst ji bo misogerkirina parastina jinan.

*Girîngiya parastina jinan û xurtkirina çanda xweparastina jinê.

*Pêşxistina stratejiyên pratîk ji bo avakirina mekanîzmayên parastinê yên xwecihî û herêmî da ku karibin jinan bizarêzin û beşdariya wê ya pêşeng û çalak di avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk de pêk bînin û azadiya jinan misoger bikin.

*Xurtkirina hevkariyê bi tevger û rêxistinên Jinan re da ku jîngeheke bi ewle û domdar ji bo jinên Rojhilata Navîn peyda bibe.”

Piştî nirxandina van mijaran komxebatê bi xwendina nameyan û pêşandana şano û stranan berdewam kir.

Komxebata 1`emîn a Jin û Parastinê  ya Rojhilata Navîn di 2 -3`yê Nîsana 2017`an hatibû li darxistin.

(k)