Di encama bobmebaran dewleta Tirk de agir bi zeviyan ket

Dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê ya ser bi Amêdiyê bombebaran kir, piştî êrişê agir bi erazî ket.

Di encama bobmebaran dewleta Tirk de agir bi zeviyan ket
30 hezîran, 2024   15:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin, îro carek din dewleta Tirk a dagirker gundê Guherzê ya ser bi Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Dihokê bombebaran kir. Lê nehat zanîn êriş bi rêya balafirên şer, balafirên bê mirov yan jî bi rêya topan hatiye kirin.

Ji ber êrişa hovane agir bi eraziya herêmê ket. Tê gotin agirê bi herêmê ketî hîn jî nehatiye vemirandin.