Şehîd Dilîşan Îbiş û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn

Hevrê û malbata rojnamevan û nûçegihana ANHAʹyê Dilîşan Îbiş ew di salvegera şehadeta wê ya 4ʹan de bi bîr anîn û diyar kir ku ew li ser şopa şehîdan in.

Şehîd Dilîşan Îbiş û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn
12 cotmeh, 2024   19:46
KOBANÊ

Hevrêyên şehîd Dilîşan Îbiş û malbata wê tevî hildana wêneyên wê di salvegera şehadeta wê ya 4ʹan de li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê merasîma bibîranînê li dar xist.

Di şopandina hemleya rizgarkirina Dêrazorê de Dilîşan tevî hevrêyên xwe Hogir Mihemed û Rizgar Deniz di teqîneke çeteyên DAIŞʹê re derbas bûn. Di encamê de Dilîşan û Hogir tevî 14 sivîlan di 12ʹyê Comteha 2017ʹan de şehîd bûn. Rojnamevan Rizgar Deniz jî rakirin nexweşxaneyên Cizîrê û di 20ʹê Çileya heman salê de ji ber birîna giran şehîd bû.

Dayika şehîd Dilîşan Îbiş, Semşe Mihemed Elî di merasîma bîranînê de axivî û got: "Wefedariya hevrêyên Dilîşan îsbat kir ku fedakariya Dilîşan badilhewa naçin û hevrêyên wê di vê rêya pîroz de amade ne."

Piştî serdana gora şehîd Dilîşan, Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) daxuyaniyek da. Rojnamevan Xezne Celal daxuyanî xwend.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Di kesayeta hevreyên me yên rojnamevan Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed, Rizgar Deniz, Seed Ehmed û Mihemed Reşo de em tevahî şehîdên ragihandina azad bi bîr tînin.

Hevreyên me yên şehîd wateya rasteqîn a jiyanê nas  kirin. Têgihiştin ku guhertinê rewşê di radeya yekemîn de berpirsyariya rojnamevanan e. Li ser vê yekê hevreyên me ji bo ragihandina êşa gelê xwe û komkujiyên ku bi sedên salan li dijî wî têne kirin, ked û têkoşîneke bêhempa nîşan dan.

Hevreyên me yên şehîd maska tarî ya çeteyên DAIŞˈê û hevkara wan dewleta Tirk a dagirker raxistin ber çavan, ku bi hemû rêbazan şerê gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û çavê xwe berdane destkeftiyên wê.

Hevreyên me yên şehîd heya dawiyê li ser rêya heqîqetê bû û ji tevahiya cîhanê re parve kirin. Hevreyên me di wê baweriyê de bûn ku wezîfeya bingehîn a çapemeniya azad aşkerakirina siyaset û komployên şerê taybet û ragihandina dengê gelan e. Hevreyên me jî di vê rêwîtiyê de mîraseke têkoşînê ya binirx li dû xwe hiştin.

Weke Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) em soz didin şehîdên xwe yên rojnamevan ku em ê têkoşîna wan a lêgerîna li heqîqetê bidomînin. Em ê geşedanên li herêmê rû didin ragihînin. Em ê bibin dengê jin û gelên azad. Şehîdên me di bîr û wijdanê me de zindî ne. Wê pênûs û kamereya wan li her cih û li her zemanî ragihandina heqîqetê bidomînin."

(fr)

ANHA