Festîvala Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bû

Festîvala 3ʹyemîn a Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê ya li Kobanê hatibû lidarxistin bi xelatkirina komîteya amadekar û komên beşdar bi dawî bû.

12 cotmeh, 2024   18:00
KOBANÊ

Bi beşdariya şêniyan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê îro çalakiyên Festîvala 3ʹyemîn a Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê piştî hefteykê ji pêşandana şanoyên curbecur ji piranî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.

Piştî Navenda Vejîn, Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê stranên xwe pêşkêş kirin, komîteya amadekar 11 komên beşdarî festîvalê bûne xelat kirin.

Duh, 2 şanoyên dawîn ên ji kantonên Minbic, Efrîn û Şehba hatin pêşkêşkirin.

Festîval di 5ʹê Cotmehê de di salvegera 10ʹan a çalakiya fedaî ya fermandara YPJʹê Arîn Mîrkan li ser girê Miştenûrê de dest pê kiribû.

Arîn Mîrkan ji Efrîna dagirkirî ye. Sala 1992`yan ji dayik bûye. 2007`an tev li refên tevgera azadiya Kurdistanê bûye. 5`ê Cotmeha 2014`an li Kobanê di berxwedana li hember êrişên çeteyên DAIŞ`ê de li Girê Miştenûrê bi çalakiyeke fedaî şehîd bû.

(fr)

ANHA