162 xwendekar derçûn

Bi şahiyekê 162 xwendekarên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî yên sala xwendinê ya 2023-2024`an bawernameyên xwe wergirtin.

162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
162 xwendekar derçûn
12 cotmeh, 2024   20:05
QAMIŞLO

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ji bo derçûna xwendekarên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî, di bin dirûşma “Bi Zanist û Zanînê, Pêşerojeke bi Ronî Ava Dibe”li Baxçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo şahiyek orgenîze kir.

Di şahiyê de nûnerên ji Rêveberiya Xweser, malbat û hevalên xwendekaran û mamosteyên li herêmê amade bûn. Li kêlek nav û pîşeya xwe; xwendekarekî li ser cil û bergên xwe yên derçûnê nivîsa “Xeyal bû rastî” neqişandibû.

Piştî ku xwendekar bi cil û bergên xwe yên derçûnê û gurzên xwe yên gulan hatin ber dikê, şahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê Mustefa Fetah axivî û diyar kir ku xwendekarên ku derçûne li gorî şopandina nirxandinên wan mamosteyên zîrek û serkeftî ne, ew ji bo wan serkeftinê dixwazin.

`BERHEMÊ FEDEKARIYA GELAN E`

Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Telat Yûnis keda xwendekaran silav kir û da zanîn ku destkeftiyên ku li ser rûyê erdê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên dîtin ji berhemên cangoriyên azadiyê ne, îro ew berhema fedekariya gelan dibînin û got: “Bi hemû derfetên heyî em ji bo avakirina civakeke demokratîk destekdayînê bidin qada perwerdehiyê.”

`BERHEMA KU TÊ DÎTIN CIHÊ ŞANAZIYÊ YE`

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî jî axivî û got: "Mîna van rojan ji bo gelê me xeyal bû. Gelê me di bin desthildariyê de bû, ew desthildarî çand û hunera wan a resen li ser wan qedexe dikir. Divê em ti carî ji bîr nekin, me bi dibistanekê û yek mamosteyî dest bi xebata perwerdeyê kir. Kedeke mezin tê dayîn. Berhema ku niha tên dîtin cihê şanaziyê ne.”

162 XWENDEKAR DERÇÛN

Di şahiyê de 162 xwendekarên sala xwendinê ya 2023-2024`an ên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Peymangeha Pêşeyî bawernameyên xwe bi dest xistin. Ev beşa xwendekaran ji Peymangeha Amadekariya Mamosteyan derdiçin û ji bo Peymangeha Pêşeyî jî ev beşa yekemîn e.

Dûre mamosteyên peymangehan hatin xelatkirin. Komên muzîkê yên Peymangeha Amadekariya Mamosteyan û Koma Botan stran gotin. Xwendekar tevî malbat û mamosteyên xwe dîlan gerandin.

(sb)

ANHA