Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin

Xelkê navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Ciwan Mihemed spart axê.

Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Ciwan bi merasîmekê hat oxirkirin
25 mijdar, 2023   18:34
QAMIŞLO

Dewleta Tirka  dagirker duh erebeyeke sivîlan li ser rêya Amûdê-Hesekê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê welatiyê bi navê Ciwan Mihemed şehîd bû. Her wiha Ronak Silêman Mihemed û hevjînê wê Munîr Ebid Faris birîndar bûn.

Şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şehîd Ciwan Mihemed ji çerxerêya Dirbêsiyê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve bi rê ketin. Şêniyan bê navber dirûşmên "Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin.

Li goristanê bi beşdarbûna malbatên şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, meclis, komîn û hêzên ewlekariyê merasîmek hat lidarxistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Silêman sersaxî da malbata şehîd Ciwan û banga şopandina xeta şehîdan kir.

Zîwer Silêman got: "Em ê bi yekitî û bi berxwedana xwe bi serkevin. Em xwe naspêrin tu kesî, hêzên navneteweyî êrişên Tirkiyeyê yên li ser me temaşe dikin û çavê xwe li komkujiyên wê digirin."

Endama TEV-DEM′ê Mura Zoro jî bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  kir ku li gorî xeta neteweya demokratîk û şerê gel ê şoreşgerî têkoşîna li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker xurt bikin.

Apê şehîd Ciwan, Hisên Mihemed got, hovîtiya dewleta Tirk a dagirker tevahî sînor derbas kiriye û divê rê li ber were girtin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.

(bb)

ANHA