Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin

Şêniyên kantona Firatê cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke biheybet hat veşartin û gerîlayê HPG`ê Argeş Kobanê û Garzan Tolhildan, hatin bibîranîn.

Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
Şehîd Çeko û Ciwan hatin Oxirkirin
18 nîsan, 2024   21:34
KOBANÊ

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan, gelê kantona Firatê şervanê Hêzên Antî Terorê  Çeko Xidirbejî (Mehmed Ehmed) ku di 16`ê Nîsana 2024`an li Şedadê de şehîd bû û şehîd Ciwan (Cinêd)  di 17`ê Nîsana 2024`an li Tebqayê de şehîd bû, oxir kirin. Her du şehîd li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê hatin oxirkirin.

Gerîlayê HPG`ê Argeş Kobanê (Xalid Muslim) ku di 16’ê Çileya 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, her wiha gerîlayê HPG’ê Garzan Tohildan (Garzan Şêx) yê ku 9’ê Adara 2024’an li Zapê şehîd bûbû hatin bibîranîn.

Rêveberiya Kongira Star a navçeya Qinê Sûad Şêx Demir axivî û wiha got: "Berdêl çi dibe bila bibe ew ê rêya şehîdan bişopînin. Gerîla di nava mercên herî zor û zehmet de berxwedaniyeke dîrokî didan meşandin. Li hemberî wê berxwedanê jî dewleta Tirk têk diçe. Wê berxwedanê hişt ku dewleta Tirk xwe li her derê vekişîne û asê bimîne. Ew jî bo me serkeftin e. Gelê me yê Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê jî ji bo avakirian jiyaneke azad berxwedaneke bêhempa didin meşandin, li hemberî wê dagirerkeriyê jî tê dikoşin. Teqez em ê bi wê berxwedanê jî bighêjin serkeftin."

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk a Kantona Firatê axivî û got: "Em ê bi têkoşîna xwe bighêjin serkeftinê."

Dêya şehîd Argêş Ferîde Mistefa Îbo jî sersaxî da Rêber Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê û got: "Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin."

Li ser navê malbata şehîd Argêş Dicle Îbo axivî û got: "Ev ne şehîdê yekem û ne yê dawiyê be berdêla vê dozê çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin. Em weke gel em ê ji bo parastian xeta wan di nava têkoşînê de bin. Va ye bi rojane em şehîdên xwe oxir dikin. Em jî weke gel em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Hevjîna şehîd Mihemed û dayika şehîd Garzan Tolhildan Eyşe Şêx jî axivî û got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, em ê bi wê yekê jî bighêjin serkeftinê û wê jî misoger bikin."

Piştire jî wesîqeyên şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û şehîd bi dirûşma û tilîliyan hatin oxirkirin.

(sş)

ANHA