Di lûtkeya MED 9 de ji bo Sûriyeyê çareseriya siyasî hat xwestin

Di Lûtkeya Welatên Başûr yên endamên Yekitiya Ewropayê (MED 9) de ku duh li Slovenyayê hat lidarxistin, hate gotin, divê pêvajoyeke siyasî ya berfireh li Sûriyeyê were destpêkirin.

Di lûtkeya MED 9 de ji bo Sûriyeyê çareseriya siyasî hat xwestin
21 cotmeh, 2025   13:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Lûtkeya Welatên Başûr ên endamên Yekitiya  Ewropayê (Med 9) duh li bajarê peravê Portorož ê Slovenyayê bi dirûşmeya "Slovenya di dilê Deryaya Spî de" hate lidarxistin. Di lûtkeyê de rayedarên 9 welatên endamên Yekitiya Ewropayê yên ku li ser Deryaya Spî (Slovenya, Fransa, Spanya, Îtalya, Portekîz, Yewnanistan, Kroatya, Malta û Qibris) amade bûn. Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Qiralê Urdunê Abdullah El Sanî jî bi vexwendina fermî beşdar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ya ser bi hikumeta veguhêz ve, di encamnameya lûtkeyê de hate gotin, bi armanca amadekirina mercên guncaw ên ji bo vegera ewle, dilxwaz û mayînde ya penaberên Sûriyeyê divê hewldanên herêmî û xwecih werin xurtkirin.

Li gorî encamnameyê, divê çareseriyeke siyasî were dîtin ku mafên tevahî Sûriyeyan mîsoger bike. Her wiha hate gotin, beşdaran piştgirî dan ’’nexşerêya’’ der barê Siwêdayê de ku ji aliyê hikumeta veguhêz, Urdun û DYA’ê ve hatibû çêkirin. Ji bo serxistina vê nexşerêyê jî daxwaza tevkariya nevneteweyî û herêmî kirin.

(bb)