Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn

Kurdistanî û dostên wan ên li Lubnanê fermandar şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32'yemîn a şehadeta wê de li Beyrûtê bi bîr anî.

Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
Şehîd Bêrîtan li Beyrûtê hat bibîranîn
27 cotmeh, 2024   18:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Kongra Star a li Lubnanê ji bo bîranîna fermandar şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32'yemîn a şehadeta wê de panelek li dar xist. Di panelê de endamên Kongra Star, Kurdên Lubnanê û dostên wan ên Lubnanî beşdar bûn.

Di serî de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan. Piştre endama têkiliyan a Kongra Star a Lubnanê Henan Osman li ser dîrok û têkoşîna jinên Kurd û çalakiya fedaî ya şehîd Bêrîtan a li dijî xiyanetê axivî.

Henan destnîşan kir ku şehîd Bêrîtan nimûneya jina azad, lehengî û berxwedanê bû û got: "Ji bo bersivdana şehadeta wê, Rêber Apo artêşa jinan di 1993ʹyan de damezrand."

Henan soza domandina têkoşîna ji bo azadiya jinan a li ser bingeha nirxên ku şehîd Bêrîtan danîne, nû kir û got: "Li kêlek hemû zehmetiyan, tevgera azadiya jinan û artêşa jinan îsbat kir ku jin dikarin guhartineke mezin di civakê de pêk bînin, ji ber wê em ê rêya şehîd Bêrîtan bişopînin, azadî û serkeftinê bi dest bixin."

Leyle Efrîn jî axivî û got: "Şehadeta şehîd Bêrîtan di dîroka têkoşîna jina Kurd de xaleke girîng bû. Ew nimûneya îsrar û lehengiyê bû. Ji bo azadiyê rihê xwe feda kir û îro, ji me re rêya azadî û edaletê ronî kir."

Panel bi diruşma ʹJin, Jiyan, Azadîʹ bi dawî bû.

(mh/fr)