Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho

Şêniyên kantona Minbicê sersaxî da malbata zaroka şehîd Fereh El Berho û îsrara xwe ya girêdana bi xakê ve nîşan da.

Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho
Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Fereh El Berho
27 cotmeh, 2024   17:36
MINBIC

Şêniyên kantona Minbicê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa bajarokê Yasitî û endamên Meclisa Rêveber a kantonê sersaxî da malbata zaroka şehîd Fereh El Berho. Konê sersaxiyê li gundê Qubeb El Buniyê yê bakurê rojhilatê kantonê hat vedan.

Şehîd Fereh El Berho (11) di encama topbarana roja pêncşema borî li dijî mala wê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bû û birayê wê Semîr El Berho (8) jî birîndar bû.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Rebîi Ebdulezîz sersaxî da malbata şehîd û îsrara girêdana bi xakê û parastina wê, nîşan da.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantonê Ezab El Ebûd got: "Şehîd Fereh şehîda welêt, şehîda azadî û rûmetê ye."

Ezab El Ebûd soza parastina welêt da û diyar kir ku berdêl çi bibe bila bibe ew nahêlin dewleta Tirk a dagirker xaka herêmê dagir bike.

Malbata şehîd Fereh jî soz da ku ew ê ji bo parastina xakê fedakariyên mezintir bikin.

(mh)

ANHA