Helîkopterên dewleta Tirk li ser asîmanê Berwarî Bala digerin

Helîkopterên şer yên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser asîmanê Berwarî Bala digerin.

Helîkopterên dewleta Tirk li ser asîmanê Berwarî Bala digerin
27 hezîran 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku di rojên borî de artêşa Tirk bi sedan wesayîtên zirxî, çekên giran û hezaran leşkerên xwe derbasî devera Berwarî Bala û gundên Kanî Masiyê ya ser bi Amêdiyê kir, îro jî helîkopterên artêşa Tirk bi nizmî li ser asîmanê devera Berwarî Bala de difirin.

Li gor zanyariyan, artêşa Tirk li nava gundên deverê de bi hevkariya PDK’ê sewqiyata leşkerî dike, li navbera hin gundan bendên kontrolê danîne û heta niha 10 welatiyên deverê binçav kirine.

Heta niha ne hikûmeta Iraqê nejî hikûmeta demborî ya Herêmê ti helwestek li dijî van êriş û sewqiyatên leşkerî yên artêşa Tirk ên li ser xaka Herêm û Iraqê nîşan nedane.