Sazvîna biçûk bi monodramayekê hêviyên zarokan vegotin

Sazvîn Mûsa ya biçûk bi şanoyekê ku wê bi tenê pêşkêş kir, êş û hêviyên bi hezaran zarokan vegotin.

Sazvîna biçûk bi monodramayekê hêviyên zarokan vegotin
18 hezîran, 2026   12:34
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Mîhrîcana Hêvî ya Şanoya Zarokan di 16 û 17‘ê Hezîranê (2026) de bi beşdariya 7 komên ji herêma Cizîrê li ser dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hîlala Zêrîn bi dirûşma "Şano bi zimanê dayikê xweş e" hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de ku duh bi dawî bû, Navenda Çand û Hunerê ya Yekpar a ji bajarê Qamişloyê monodramayek bi navê "Dibistan-Em siberoj in" pêşkêş kir. Şano ji aliyê Alan Abdullah ve hatiye nivîsandin û amadekirin, hunermend Zozan Betal jî ku dayika Sazvînê ye, wek alîkara hunerî û ronahiyê di şanoyê de cih girt, kurê wê Sawişka Mûsa jî berpirsê deng bû.

Lîstikvana şanoyê Sazvînê bi proformansa xwe êşa şagirtekê vegot ku ji hêmanên herî biçûk ên xwendinê wekî ceyran, rêbazên perwerdeyê bêpar e, lewre neçar dimîne li erdê rûne û dersan bibîne. Dema vedigire malê jî bi van gotinan hêviyên xwe ji pêlîstoka xwe re parve dike: "Dema ez mezin bibim ez ê bibim mamoste û dê her tişt baş be, ez ê berpirsyartir bim."

Hêviyên zaroka biçûk li sînorên refên dibistanê nasekinin, lê mezintir dibin. Xeyal dike bibe endazyarek dibistanan ava dike, piştre xeyal dike bibe serokkomar ku welat ava dike û bi pêş dixe.

Sazvîna biçûk di vê şanoya 20 deqeyan de peyamê dide ku bi îrade, ked û xebatê hêvî û xeyal dibin rastî.

Sazvîn di dawiyê de stranek bi navê "Em zarokên siberojê ne" dibêje ku li qada mîhrîcanê rastî eleqeya beşdaran hat. Di dawiya mîhrîcanê de xelat wergirt.

(bb)

ANHA