Saziya Olaf Tao: Dibistan nehatine girtin

Saziya Olaf Tao ya Zimanê Suryanî îdiayên têkildarî girtina dibistanan derewandin û diyar kir ku piştî rûxandina rejîmê pêvajoyeke nû ya birêxistinkirina perwerdeyê dest pê kir û xebat di vê çarçoveyê de têne kirin.

Saziya Olaf Tao: Dibistan nehatine girtin
3 cotmeh, 2025   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên ji nû ve birêxistin sîstema perwerdeyê dewam dikin. Saziya Olaf Tao ya Zimanê Suryanî bi daxuyaniyekê îdiayên "dibistan hatine girtin" derewandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dibistanên Suryanî berê ji bo mîsogerkirina berdewamiya perwerdeyê neçar bûn ku bi mufredata dewleta Sûriyeyê hîndekariyê bikin, niha xebat tê kirin ku mufredata zimanê Suryanî di dibistanên wê de esas bê girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Êdî dibistanên girêdayî mufredatên derve nîn in. Dem hatiye ku em mufredata xwe yê Suryanî pêk bînin ku zimanê me yê dayikê û mîrateya me ya kevnar û zanistana nûjen tîne gel hev."

Saziyê diyar kir ku ew xwediyê biryara diyarkirina siberoja hîndariya bi Suryanî ne û wiha domand: "Rêveberiya Xweser bi nûnertiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê hevdîtinên rasterast bi metranan û keşeyên dêran ên berpirsên dibistanan re kirin. Wan jî diyar kir ku em amade ne tevkariyê bikin, lê hevdîtin hîna dewam dikin.”

Saziyê destnîşan kir "Parastin û hînkirina zimanê Suryanî berpirsiyariyek e ku nayê paşxistin." Her wiha daxwaza pejirandina vî zimanî di asta navxweyî de kir.

Der barê ezmûnan de jî saziyê ev daxwazên xwe rave kirin:

“Mafê xwendekarên xwe ji bo ezmûnên refa 12’an ên hikumetê were mîsogerkirina da ku siberoja wan a zanîngehê were parastin.

Ji refa 1’an heya 11’an mufredatên Rêveberiya Xweser ên bi zimanên erebî û suryanî esas were girtin heya ku bigihêjin lihevkirineke giştî ku taybetmendiyên suryanî bi tevahî werin mîsogerkirin.”

Saziyê banga piştgiriya vê gavê li şêniyan kir û diyar kir "Suryan ne kêmneteweyek in ku li benda biryarên yên din bin, lê pêkhateyeke resen e, siberoja xwe ava dike û mafê xwe yê ziman û perwerdeya xwe diparêze."

(bb)

ANHA