Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin

Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên xwe yên sala 2023'yan gel agahdar kirin û projeyên xwe yên pêşerojê ji bo sala 2024'an diyar kirin û di nav de projeyên kişandina ava vexwarinê, ziftkirina rêyan û projeyên girêdayî hawîrdorê hene.

Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
Şaredariyên kantona Hesekê li ser xebatên 2023`yan gel agahdar kirin
11 kanûn, 2023   16:39
HESEKÊ

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê ya bajarê Hesekê civîna xwe ya salane li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi amadebûna şênî û endamên saziyan û meclisan li dar xist.

Di civînê de hevseroka Şaredariya Gel a navçeyê Zîlan Ereb rapora salane ya şaredariyê xwend, ku di nav wan de projeyên herî berbiçav yên di nava salê de bi dawî bûne wek vekirina baxçeyekê û du şitilgehan, çandina 5 heta 6 hezar daran li navçeyê û bajarokên wê, ziftkirina gelek rêyan li naverasta navçeyê û bajarokên wê. Her wiha di civînê de sinevizyonek li ser xebatan pêşanda.

Di civînê de behsa projeyên sala bê hat kirin. Di nav de, bicihkirina 5 xetasan li stasyona avê, ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li taxa rojhilatê navçeyê, ziftkirina rêyan li gelek bajarokan, sererastkirina hin rêyan, lidarxistina hemelyên hişariyê ji bo paqijiyê li navçe û bajarokan.

Li navçeya Til Temîrê civîna şaredariyê ya salane li hola Meclisa Malbatên Şehîdan hate lidarxistin. Di civînê de rapora salane ya xebatên şaredariyê ji aliyê hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Til Temîrê Ronaz Yûnis ve hate xwendin.  Di raporê de projeyên herî girîng ku Şaredariya Gel di sala 2023'an de bi dawî kirine û di nav de projeya dirêjkirina tora kanalîzasyonê li taxa xaniyên nûjen bi dirêjahiya 825 metreyan hatin bibîrxistin.

Rêya komîna şehîd Arkêş bi dirêjahiya 850 metreyan û rêya gundê El Mensef bi dirêjahiya 3 kîlometreyan hatin sererastkirin.

Piştre li ser xebatên şaredariyê yên di nava vê salê de hatin meşandin, sînefizyonek hate pêşandan.

Civîn bi gelek pêşniyarên ji bo projeyên sala 2024'an bi dawî bû. Jê ya herî girîng jî dîtina çareseriyeke alternatîf ji bo peydakirina ava vexwarinê ji bo xelkê navçeyê li şûna xeta avê ya Elok ku dewleta dagirker a Tirk dagir kiriye.

(şx)