Li Kobanê û Eyn Îsayê gel piştgirî da berxwedana Colemêrgê

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Kantona Firatê û namzetên hilbijartinên şaredariyan piştgirî da berxwedana gelê Colemêrgê ya li dijî desteserkirina vîna wî.

Li Kobanê û Eyn Îsayê gel piştgirî da berxwedana Colemêrgê
Li Kobanê û Eyn Îsayê gel piştgirî da berxwedana Colemêrgê
11 hezîran, 2024   13:30
KOBANÊ

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş 3’yê Hezîranê hate destgîrkirin û Şaredariya Colemêrgê hat desteserkirin û li şûna hevşaredar, qeyûm hat tayînkirin.

Endamên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Kantona Firatê û endamên şaredariyê bi daxuyaniyekê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê û tayînkirina qeyûm şeremzar kir.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Kantona Firatê Felek Yûsif li pêşiya avahiya Şaredariya Kantona Firatê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Bi taybetî der barê şaredariyan de, hilbijartin amûrekî bingehîn ê ji bo bihêzkirina demokrasiyê ye. Ji sala 2016’an û vir ve em bûne şahidê gelek bûyerên desteserkirina îradeya gelê Bakurê  Kurdistanê û Tirkiye yê dixwaze çarenûsa xwe diyar bike û demokrasiyê mîsoger bike.  Di 31’ê Adara 2024’an de hilbijêr bi çûna ser sindoqan şaredariyên xwe ji bin bandora dewleta Tirk rizgar kirin.  Lê belê, hikumeta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan di demek kurt de careke din destwerdan kir, ji bo betalkirina encamên hilbijartinan namzetên serkeftî destgîr kirin û xwest li şûna wan bi cih bike kesên girêdayî xwe erkdar bike.

Lê belê gelê Wanê li hemberî desteserkirina şaredariyê li ber xwe da û şaredariya xwe vegerand.

Li Golemêrgê îradeya gel bi hilbijartina Mehmet Siddik Akiş derketibû holê. Destwerdana hikumetê dijwartir bû, ji ber ku rêveberên hilbijartî bi hinceta piştgirî dane berxwedana Kobanê hatin girtin û nêzî bîst sal cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Hewl didin dengê gel qut bikin û îradeya wî bişkînin.

Ev kiryar ji bilî hewldana têkbirina îradeya gel tiştekî din diyar nake. Gelê Kurd û Tirk ev  rast qebûl nekiriye û qebûl nake, Ji ber ku daxwaza demokrasiyê ji her hewldana tepisandinê kûrtir û xurtir e.

Şêniyên Colemêrgê li dijî desteserkirina îradeyê rabûne û teqez dikin ku piştgiriya wan ji bo Kobanê di serî de helwestek mirovî ye û redkirina neheqî û dagirkeriyê ye.

Em weke Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Firatê û şaredariyên kantona Firatê piştgiriya xwe ji berxwedana gelê Kurd ê Bakurê Kurdistanê û bi taybet gelê Colemêrgê re û helwesta wan a domdar a ji bo bidestxistina armancên demokratîk radigihînin.

Em pêkanînên zordest ên dewleta Tirk ên li ser vîna gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar dikin. Em bang li rêxistinên cîhanê yên têkildarî mafên mirovan dikin  ku ji bo ronîkirina astengiyên li pêşiya pêvajoya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê erka xwa pêk bînin. Em dixwazin ku îradeya azad a gelên Tirkiyeyê xurt bikin û piştgiriyê bidin wan."

EYN ÎSA

Namzetên hilbijartinên şaredariyên Eyn Îsa bi daxuyaniyekê berxwedana Colemêrgê silav kir. Daxuyanî bi amadebûna namzetên hilbijartinan ên ji Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê hate xwendin. Namzeta Şaredariyên Bajarê Eyn Îsayê Sena El Elî daxuyanî xwend.

Di dauxyaniyê de kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nûnerên şaredariyan ên Bakurê Kurdistanê û nûnerên rêveberiya gelê li wir hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk ji girtina nûnerên gel û tayînkirina alîgirên xwe li şûna wan, dixwaze armancên xwe pêk bîne.

Di daxuyaniyê de piştgirî ji bo berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û vîna wan hate kirin û  bang li rêxistinên hiqûqî hat kirin rê li pêşiya mîna van kiryarên ne rewa bigirin.

)sş/bb)

ANHA