Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku guhertina demografî pêk tîne

Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, guhertina demgorafî pêk tîne.

Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku guhertina demografî pêk tîne
Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku guhertina demografî pêk tîne
Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku guhertina demografî pêk tîne
11 hezîran, 2024   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi  desteka rêxistinên qeterî û yên îxwanî demografiyaya herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî diguhere. Dewleta Tirk bi alîkariya rêxistinên navborî bi hincetên cuda yekîneyên mêtîngeriyê li herêmên dagirkirî ava dikin.

 Heyva Sor a Qeterê li xwe mikur hat ku li herêmên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava kirine û  îdia kir ku ev avahî ji bo koçberên Sûriyeyê ne.

Heyva Sor a Qeterê diyar kir ku wê bi hevkariya dewleta Tirk  avakirina 13 mêtingehan li bakurê Sûriyeyê bi dawî kiriye.

Ji wêneyên hatine belavkirin, diyar dibe ku Heyva Sor a Qeterê, mêtingehan di zeviyên zeytûnan û darên berhemdar de ava dike.

(şx)