Şaneyên DAIŞˋê êrişî benda kontrolê ya li Şedadê kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku şaneyên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞˋê êrişî benda kontrolê ya Wadî El Remlê ya li bajarê Şedadê kir.

Şaneyên DAIŞˋê êrişî benda kontrolê ya li Şedadê kir
22 kanûn, 2024   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrişa şaneyên çeteyên DAIŞˋê li dijî benda kontrolê ya li bajarê Şedadê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Îro yekşemê (22ˋê Kanûnê) piştî nîvro, şaneyên girêdayî rêxistina terorîst a DAIŞˋê benda kontrolê ya Wadî El Remlê ya li kampa El Erîşa ya li bajarê Şedadê kir armanc.

 Bi du erebeyan êrişî benda kontrolê hat kirin û mermî berdan hêzên me yên li ser benda kontrolê yên ku li wir bûn. Li hember vê pêwîstî bi bersiveke bilez ji hêzên me hebû, di encamê de şer û pevçûn qewimî.

 Di encama hedefgirtinê de 2 endamên hêzên me birîndar bûn, her wiha çeteyek ji wan jî birîndar bû.  Di encama bersivdayîna endamên benda kontrolê de her du erebe reviyan.

 Dûre hêzên me operasyonên paqijkirinê yên berfireh li herêmê dan destpêkirin."

(fr)