Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir

Şandeyeke Xaça Sor a Navneteweyî û Heyva Sor a Sûriyeyê serdana bajarê Kobanê ya dorpêçkirî kir.

Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir
Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir
Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir
Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir
Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir
Şandeyeke Xaça Sor û Hevya Sor a Sûriyeyê serdana Kobanê kir
23 sibat, 2026   14:05
KOBANÊ

Bi armanca şopandina rewşa koçberan, şandeyeke Xaça Sor a Navneteweyî (ICRC) li gel Heyva Sor a Sûriyeyê serdana bajarê Kobanê ya dorpêçkirî kir.

Şande li avahiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê ya li bajarê Kobanê ji aliyê hevserokên Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyên sivîl, xizmetguzarî û tenduristiyê ve hat pêşwazîkirin.

Hate gotin ku ev serdana bi armanca nirxandina rewşa mirovî û diyarkirina pêwîstiyên şêniyan hatiye kirin.

Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, şande dê bi nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên tenduristiyê re hevdîtinan bike. Her wiha serdana koçberên li navendên tenduristiyê, nexweşxane, dibistan û mizgeftan dimînin, bike.

Hikumeta demkî ji 20’ê Çileyê ve Kobanê dorpêç kiriye û rê nade alîkarî derbasî herêmê bibin. Di encama êrişên komên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên li ser Tebqa, Reqa û Helebê de, zêdetirî 200 hezar kesî xwe li Kobanê girtiye.

(bb)