Bi çekên giran rojavayê Siwêdayê tê topbarankirin

Bi çekên giran gundewarê rojavayê Siwêdayê tê topbarankirin, heta niha tu windahiyên mirovî nehatine tomarkirin. Ev rageşî, bi hewlên ketina li herêmê pêk tên.

Bi çekên giran rojavayê Siwêdayê tê topbarankirin
17 mijdar, 2025   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Siwêdayê daxuyand ku bi çekên giran gundê Necran ê gundewarê rojavayê Siwêdayê tê topbarankirin. Lê tu agahiyên der b arê windahiyên mirovî yan jî birîndaran de nehatine bidestxistin. Ev yek binpêkirina agirbestê ye.

Di 2 rojên berê de li gundewarê bakur, rojhilat û bajarê Siwêdayê hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê hewl dabû ji gelek eniyan ve bikevin bajarokê Mecdel, lê Hêzên Parêzvanên Niştîmanî bersiva van hewldanan dabû û di daxuyaniyên xwe yên fermî de diyar kiribû ku zirarên mezin bi êrişkaran û cebixlaneyên wan de bûne.

(fr)