Şandeyeke jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê ye

Şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana, navenda jineolojiyê, peymangeha kurdî û navenda lêkolînan a Balçîkayê kir.

11 îlon, 2025   00:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya serdaneke fermi de serdana gelek dewletên Ewropayê dike û bi rêxistinên jinan, yên hiqûqî û parlamenterên ewropî re hevdîtinan dike. 

Şandeya herêmê ji endama Rêveber a Meclisa Jinan a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yusif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbyayê Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryanî Jorjêt Bersûm pêk tê.

Li Balçîkayê şandeyê serdana navenda jineolojiyê, peymangeha Kurdî û navenda lêkolînan kir û bi mudira navenda lêkolînan Eyşe El Başa û seroka meclisa şaredariya Brukselê re civiya.

Di hevdîtinan de tecrubeya têkoşîna jinan di şoreşê de, girîngiya xurtkirina zanîsta jineolojiyê, tevlêkirina jinan di saziyên Rêveberiya Xweser de û avakirina civakeke pirreng li ser bingeha edaletê û wekheviyê hatin nîqaşkirin.

Çaverê ye ku şande, tev li çalakiyên cuda li Siwîsra, Almanya, Fransa û Balçîkayê bibin.

(şx)