ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 - 9 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11 - 9 - 2025
11 îlon, 2025   02:00

Çalakvan û siyasetmedaran diyar kir ku li Sûriyeyê ji ber nebûna hevgirtina neteweyî û destwerdana derve. Hikûmeta veguhêz li Sûriyeyê li ser tu bingeheke qanûnî ya rastîn nehatiye avakirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerê Misrî Ilhamî El Milêcî diyar kir ku Tirkiye bi zanebûn bersivdayîna banga Rêber Abdullah Ocalan dereng dixe û got, “Azadiya Abdullah Ocalan ne pirsgirêkek takekesî ye”.

Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) diyar kirin ku YPJ`ê projeyeke ji bo avakirina siberojeke azadî û wekheviyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Li hember siyasetên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û berdewamkirina kiryarn revandina xelkê û ambargoya li ser herêmê, gelek derdorên li Siwêdayê dibjin ku "serxwebûn" mafê wan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwedîkirina deveyan ji karên herî kevin di civakên Ereban de ye, xwedî qîmeteke aborî û çandî ye. Li kêlek wê jî xurekê geş dike û dibe jêdera rizqê malbatên gundewaran. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa bajarê Çilaxa Konferansa Komînan li hola Roj li dar dixe (09:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Rimêlanê civîna xwe ya salê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo panela diyalogê bi navê "Sûriyeya nû û parastina pirrengiyê" tê lidarxistin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star merasîma xiyabî ya şehîd Emîne Ercîyes, Zîn Zagros û Ekîn Amara Toldar li pakrewangeha şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo li dar dixe (10:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê bi şêniyan re civînê ji bo şîrovekirina pêşeroja Sûriyeyê li dar dixe. Nivîsgeha Ewqafan a bajarê Şedadê jî panelekê li ser nêrînên siyasî û olî ji bo avakirina Sûriyeya nû li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN