Şandeya Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê hevdîtin pêk anî
Li Parlamentoya Danîmarkayê di navbera şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamantoyê de hevdîtin pêk hat.

Li Parlamentoya Danîmarkayê di navbera şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê bi serokatiya Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk Gunvor Wibro hevdîtinek pêk hat.
Şanda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer û nûnerên Rêveberiya Xweser li Danîmarkayê Dara Mistefa û Alan Mensûr pêk dihat.
Di civînê de geşedanên dawî yên siyasî û ewlekarî li Sûriyeyê piştî rûxana rêjîma Baas`ê, her wiha mijara Kongreya Diyaloga Niştimanî, Danezana Destûrî û bûyerên dawî yên herêmên peravê, hatin gotûbêjkirin.
Her wiha di civînê de êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û koçberkirina şêniyên Efrînê ji herêmên Şehba hatin nirxandin.
Her du aliyan li ser rêkeftina ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî û serokê desthilata demkî ya Şamê Ehmed El Şari de hatiye îmzekirin, gotûbêj kirin. Her wiha mijara êrişên çeteyên DAIŞê li Sûriyeyê û operasyonên hevbeş ên Hevpeymaniya Havdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî DAIŞê jî hat gotûbêjkirin.
Di dawiya civînê de, şanda Rêveberiya Xweser bersiva pirsên Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamantoya Danîmarkayê yên derbarê çareseriyeke siyasî ya berfireh bo kirîza Sûriyeyê dan.
(k)