Li kantona Firatê 4 bikarhênerên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 4 bikarhênerên hişbirê li kantona Firatê girtin.

Li kantona Firatê 4 bikarhênerên hişbirê hatin girtin
20 nîsan, 2025   23:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama operasyonek serdegirtinê li maleke kantona Firatê de, 4 bikarhênerên hişbirê girtin.

Navendê diyar kir ku piştî agahî ji çavkaniyên taybet hatin wergirtin ku çalakiyên gumanbar ên têkildarî bikaranîna hişbirê li herêmê hene, hêzan bi ser wan de girt.

Navendê anî ziman ku ji bo lêgerînê tîmek taybet hat avakirin. Tîmê operasyon pêk anî ku gumanbar girt ku madeya "H-Bose" bi kar tîne. Di lêpirsînên destpêkê de bikarhêneran li xwe mikur hat ku wan hişbirê dibir. Her wiha gelek hişbir û çek hatin dîtin.

Li gorî navendê, Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê de diyar kir ku lêpirsîn hîna bi girtiyan re dewam dikin û dê tedbîrên qanûnî yên guncaw ji bo wan werin pêkanîn.

(mh/fr)