Salvegera MSD’ê tê pîrozkirin… nenavendîtî şertê aramiyê ye

Di pîrozbahiya salvegera 10’emîn a damezirandina MSD’ê de hate gotin nenavendîtî şertê aramiyê ye û Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ji bo tevahî sûriyeyiyan e.

13 kanûn, 2025   13:15
HESEKÊ

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya salvegera 10’emîn a damezirandina xwe û salvegera yekemîn a hilweşîna rejîma Baasê pîrozbahiyek li Hola Şeto ya bajarê Hesekê li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan, hêzên civakî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rûspiyên herêmê beşdar bûn.

Axaftina destpêkê ya pîrozbahiyê ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Beho Osê ve hat kirin. Vîviyanê anî ziman ku ev bone bi bîranînekê tenê nayê sînordarkirin, lê bi mezinbûna qurbaniyên ku gel dane û rêya ku wan bi xwîn û biryardariya xwe vekiriye tê pîvandin.

Vîviyanê destnîşan kir ku 10 salên MSD’ê ne tenê ezmûneke siyasî bû, lê belê rêyek ji bo vegerandina rûmeta mirovan bû, di heman demê de hewldanek ji bo nivîsandina rûpelek nû di dîroka welêt de bû ku ne tenê bi zor û çekan, lê bi îradeya gel û peyva wî ya azad tê nivîsand.

Vîviyan Beho Osê anî ziman ku ketina rejîma berê îsbat kir ku ew kesên ku xwe xwediyê welêt didîtin, nekarîn îradeya gel bişkînin, ji ber ku dîrok bêrehm e û ev li gotinên xwe zêde kir: "MSD’ê di van salan de di avakirina modelek nû de li herêmek ku ji şeran wêran bûye, ceribandineke rastîn derbas kiriye. Tevî zext û zehmetiyan jî bi projeyek demokratîk a li ser bingeha cihêrengî û edaleta civakî ve girêdayî mane. MSD’ê jinan di rêza pêşîn de bi cih dikin, ciwanan wekî hevkar didin nasîn. Di heman demê de maf dide tevahî civak ku kar û barên xwe bi rê ve bibin.”

Vîviyanê destnîşan kir ku MSD’ê tu carî parastina desthilatê nekiriye, lê belê mirovan, rûmeta wan û mafên wan ên azadiyê diparêze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berpirsyarî îro ji her demê bêtir e. Divê destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin werin parastin. Divê bingehên Rêveberiya Xweser wekî çareseriyeke nîştimanî ji bo tevahiya Sûriyeyê û projeyeke vekirî ji hemû kesên ku bi Sûriyeyeke demokratîk a nenavendî bawer in, werin pêşxistin.”

‘NENAVENDÎTÎ ŞERTÊ ARAMIYÊ YE, RÊVEBERIYA XWESER PROJEYEKE NÎŞTIMANÎ YE’

Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman jî got Sûriye di kêliyeke werçerxê re derbas dibe, lew ra pêdivî bi vîzyoneke durist heye ku mafên sûriyeyiyan di jiyaneke bi rûmet de mîsoger bike. Leylayê got, berdêlên ku keç û xortên herêmê dane jêdera hêza û dehfa domandinê ne.

Leyla Qereman di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pîrozkirina salvegera 10’emîn a MSD’ê û salvegera yekemîn a rejîma Baasê ne tenê ji bo bîranîna boriyê ye, di heman demê de ji bo vejandina rihê tevkariya nîştimanî û sepandina nirxên demokrasiyê ye.

Hevseroka MSD’ê destnîşan kir ku MSD’ê di qonaxek pir aloz a dîroka Sûriyeyê de ku bi şer, hilweşîn û zêdebûna tevgerên rêxistinên terorîst rû bi rû bû hat avakirin û bi bîr xist ku MSD’ê wekî bersivek nîştimanî ji bo rizgarkirina welêt, rawestandina rijandina xwînê û vekirina asoyan ji bo çareseriyek siyasî ya berfireh ava bû.

Leyla Qereman bi domdarî got MSD ji destpêka avabûnê ve projeyeke sûriyeyî ya demokratîk a pirrengî ya nenavendî ne wekî silogan, lê wekî karekî siyasî hilgirtiye û diyar kir ku nenavendîtî şertê aramiyê ye û Rêveberiya Xweser projeyeke nîştimanî ya tevahî sûriyeyiyan e.

BANGA YEKKIRINA HELWESTA NÎŞTIMANÎ

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman jî salvegera avabûna MSD’ê û ketina rejîma Baasê pîroz kir û diyar kir bi ketina rejîmê re dîrokeke nû ku sernavê wê "ber bi azadî, demokrasî û avakirina dewleteke li ser bingehên edaletê ve" ye dest pê kir.

Osman bi bîr xist ku MSD’ê nêrîneke siyasî ya nû hilgirtiye û sîwana giştî ya Rêveberiya Xweser e ku tevahî hêzên siyasyî yên ji pêkhateyên cûda yên Sûriyeyê di nava xwe de digire.

Hisên Osman ji bo avakirina Sûriyeyeke nû banga tevkariyê kir û got: "Divê tevahî sûriyeyî xîtaba xwe ya nîştimanî bikin yek. Berpirsyarî hevbeş in. Kêliya heyî girîng e, ku pêdiviya wê bi nêzîkbûnê ne bi dûrbûnê heye.”

MSD 10’ê Kanûna 2015’an bi kongreyekê ku li Dêrikê hatibû lidarxistin, ava bû.

(b)

ANHA