Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin

Bi dehan rêheval û şêniyên bajarê Qamişloyê bi merasîmeke Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd oxir kirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd hat oxirkirin
13 kanûn, 2025   13:34
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo ji bo oxir kirina Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Xalid Mehmûd ê ku di 11`ê Kanûnê (2025) de di encama kirîza dil de li bajarokê Girbawî şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê merasîmek birêxistin kir.

Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, şêniyên Qamişloyê û gundewarê wê, dost û rêhevalên şehîd amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:"Şehîd pêşengehên me ne ji bo ku gel jiyaneke birûmet bijîn canê xwe feda dikin. Şehîd Xalid Mehmûd ji destpêka şoreşê ve heta dawiya temenê xwe cihê xwe di şoreşê de girtibû, gelek hemleyan da cih girt. Em soz didin ku em ê xwedî li keda hemû şehîdên xwe derkevin û riya wan bişopînin.”

Paşê Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Bajarê Qamişlo Mihemed El-Ehmed axivî diyar kir ku ew ê di her kêliyê de bi xebatên xwe li ser riya şehîdên xwe bin û wiha behsa Şehîd Xalid Mehmûd kir: “Şehadeta heval Xalid ji bo me hemûyan windahiyeke mezin e, heval Xalid di nava  me de yek ji mînakên hevalên herî jîr bû, hemû jiyana xwe ji bo xizmeta gelê xwe da.”

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Omer El-Himêdî jî axivî û hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anîn û da zanîn ku şehîd her di nava gelê xwe de zindî dimînin, ew jî bi xebatê xwe her li ser şopa şehîdên xwe ne.

Piştî axaftinan wesîqeya Şehîd Xalid Mehmûd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şêniyan, dost û rêhevalên şehîd cenazeyê wî rakirin ser milan û bi dirûşma “Şehîd Namirin” spartin axê.

(ah)

ANHA