Salvegera 10ˊan a damezrandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hat pîrozkirin
Salvegera 10’an a damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundurîn- Jin bi şahiyekê li Reqayê hat pîrozkirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 10’an a damezirandina xwe şahiyek li dar xist. Şahî li Hola Mişwar a li bajarê Reqayê bi beşdariya endam û fermandarên hêzan, nûnerên meclisên leşkerî, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd hat lidarxistin.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di pîrozbahiyê de axivî. Rîhan salvegera avabûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin pîroz kir û rêxistinbûn û pêşengiya jinan a ji Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve silav kir.
Rîhan şehîd Zîlan û Bêrîvan Hêvî jî bi bîr anîn û têkoşîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Jin a parastina parastina jinan û pêkanîna aştiya navxweyî li herêmê silav kir.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd salvegera damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, li tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û serketinên ku jinan di bin banê Rêveberiya Xweser de bi dest xistine silav kir.
Evîn diyar kir ku jin di bin saya Rêveberiya Xweser de bû sembol û fermandariya şoreşa civakî. Ev yek bi rêya guhartina têgehên çewt di civakê de, guhartina nêrîna civakê ji jinan re û şikandina teoriya li ser wê hatiye ferzkirin, pêk hat.
Evîn bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina rêxistibûyîna xweparastinê û civakê û bi bîr xist ku jinan Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, YPJˊê, HPC-Jin û Hêzên Jinan ên Beyt Nehrîn ava kirin.
Evîn anî ziman ku pêşketin û pêşxistina vê rêxistinbûyînê bi saya fedakariyên jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat.
Evîn diyar kir ku têkoşîna jinan li herêmê bû çavkaniya îlhamê ji tevahî jinên têkoşer li Cîhanê ku bi jinên Rojhilata Kurdistanê û Îranê bi bandor bûn.
Evîn Siwêd di dawiyê de bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û jinên li Herêmê kir ku li ser şerê taybet hişyar bin, têkoşîna xwe bi spastina li bingehên neteweya demokratîk zêde û mezin bikin.
Di şahiyê de gelek jinên rola pêşeng di parastina civakê de lîstine, gelek endamên jin ên Hêzên Têkoşîna Dijî Hişbirê, nûnerên Meclisa Kombûna Jınan a Zenûbiya bi mertal û wêneyên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin hatin xelatkirin.
Di dawiyê de komên hunerî stran pêşkêş kirin û beşdaran govend gerand.
(şx)