Salih Muslim: Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnek me ya bê hempa heye

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de axivî û got: “Li Rojavayê Kurdisanê me sîstemeke ku sût ji felsefeya birêz Ocalan wergirtiye ava kiriye û Tevî hemû êrişên Tirkiye li ser herêmên me pêkanî, lê cardin me li ber xwe daye.”

Salih Muslim: Li Rojavayê Kurdistanê ezmûnek me ya bê hempa heye
28 tebax, 2025   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî de li ser çend mijarekê axivî.

Salih Muslim di axaftina xwe de got: “Tevî evqas êriş û ambargoyên ku ji aliyê Tirkiye ve li ser herêmên me pêkhatin, lê me li berxweda û niha jî li Rojavayê Kurdistanê ezmûnek me ya bê hempa heye. Em dixwazin di avakirina siberoja welatê me de şirîkê hevbeş bin.”

Di dewama axaftina xwe de da diyarkirin ku li Rojhilatê Suriyeyê modeleke demokratîk a jiyana hevbeş ya bê hempa hatiye avakirin û got: “Me kariye parastinê li vê projeya xwe bikin û ji bo vê çendê jî me sûd ji felsefeya birêz Ocalan wergirtiye. Ezmûna me li Rojhilata Navîn ezmûneke taybete. Bi taybetî li cihek wek Sûriye ku gelek kes ne li bendê bûn. Ew nenavendîbûna ku em dixwazin dikare ji bo Sûriye û herêmê bibe projeyeke aştiyê.”

Hêjayî gotinê ye ji duh ve li Silêmaniyê Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat a Welatên Erebî destpêkiriye. Ji bo tevlibûna kongreyê şandeya PYD’ê ji Rojava û şandeyek jî ji DEM Partiyê ji Bakurê Kurdistanê hatine Silêmaniyê.